Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, ragihand ku ji ber şerê li Xezeyê dewam dike bêhtirî 16 hezar û 500 Filîstînî hewceyê lênêrîna bijîşkî ya lezgîn in. Ghebreyesus, ji bo dermankirina nexweşan banga hevkariyê li welatan kir.
Ghebreyesus, her wiha xwest ku hemû rêyên tehliyekirinê li ser Şerîa Rojava û Rojhilatê Qudsê bên vekirin. RTC'ê herî dawî jî ragihand ku 19 nexweşên giran û 93 refaqetvan ji bo dermankirinê şandine Îtalyayê.
JI SEDÎ 20 ZAROKÊN LI XEZEYÊ JI PARZAYÊN BINGEHÎN BÊPAR IN
RTC û Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) ragihandin, ku ji sedî 20 ji zarokên li Xezeyê ji parzayên bingehîn bêpar in. UNRWA’yê diyar kir ku ji bo vê pirsgirêkê ji holê rakin ew ê kampanyayek a parzayan bidin destpêkirin. Armanca vê kampanyayê ew e ku bigihêje 44 hezar zarokan. UNRWA got, "Em ê bi rêya 24 navendên tenduristiyê û bijîşkî yên li Şerîda Xezeyê piştgiriyê bidin vê kampanya girîng."
Di demekê ku rêxistinên navneteweyî li ser krîza mirovî ya li Xezeyê radiwestin de, artêşa Îsraîlê kuştina du Filistîniyan li nêzîkî gundê el-Cudeira ya di navbera Qudsa Rojhilat û Ramallahê de ragihand. Li gorî artêşa Îsraîlê, bûyer şeva Pêncşemê 6’ê Mijdarê qewimî û tê gotin ku qurbaniyan kokteyleke Molotov avêtine rê.